1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "CPT’ê li ser Îmraliyê bi dewletê re li hev kiriye"
"CPT’ê li ser Îmraliyê bi dewletê re li hev kiriye","cpt,ê,li,ser,îmraliyê,bi,dewletê,re,li,hev,kiriye"

"CPT’ê li ser Îmraliyê bi dewletê re li hev kiriye"

Parêzerê Ocalan: Xuya ye CPT’ê li ser Îmraliyê bi dewletê re li hev kiriye

A+ A-

STENBOL - Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengiz Yureklî, 7 ziyaretên CPT yên ji sala 1999’an heta niha li Îmraliyê pêk anîne nirxand. Yurekli, diyar kir ku heyeta CPT di sala dawî de 2 caran hat Tirkiye û tevî hemû serlêdan û israra wan dîsa neçûne Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: "Tevî hemû fikar û serlêdanên me neçûna heyeta CPT ya Îmraliyê nîşan dide ku di mijara Îmraliyê de lihevkirinek heye."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 18 salin bi tena serê xwe li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Heyeta Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT), ji 99 'an heta niha tenê 7 caran çûye Îmraliyê û lêkolînkiriye. Heyeta CPT ku ji 3 kesan pêk dihat, herî dawî di 28-29'ê Nîsana 2016'an de çû Îmraliyê. Lê têkildarî ziyaretê tu agahî neda rayagiştî. Her çend CPT rapor amade kir jî hikûmetê nexwest rapor bê aşkerekirin. Piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 19'ê Tîrmehê û 26'ê Tîrmeha 2016'an de du caran serî li CPT da. Xwest ji ber agahiyên der barê Îmraliyêde bi lezgîn biçin Îmraliyê ziyaret bikin û lêkolîn bikin. Tevî vê yekê heyeta CPT ku di 29'ê Tebax-6'ê Îlona 2016'an de hat Tirkiye jî bêyî biçe Îmraliyê vegeriya. CPT, herî dawî di navbera 20-27'ê Gulana 2017'an de dîsa hat Tirkiye û bêyî biçe Îmraliyê vegeriya.

Dema mijar dibe Ocalan û Kurt hemû cîhan bedeng dimîne û ker û lal dibin. Dîsa hat dîtin ku rewşa Îmraliyê zêde li ber çavan nayê girtin.

Yek ji parêzerên Ocalan Cengîz Yureklî der barê ziyaretên CPT'ê yên ji salên 1999’an heta niha nirxandin kir.

* CPT der barê ve pêkanînên li Îmraliyê de çi difikire?

Heyeta CPT, di salên 1999, 2001, 2003, 2007, 2010, 2013, 2016’an de heta niha 7 caran çûye Girtîgeha Îmraliyê ziyaret kiriye. Yekem car di 02'ê Adara 1999'an de çû Îmraliyê. CPT tespît kir ku şert û mercên girîgehê bandora neyînî li ser tenduristî, fîzîk û derûniya Ocalan dike. CPT'ê pêşniyar kir ku ji bo şert û merc bên başkirin li gorî standartan xizmet bê dayîn û xwest tedbîr bên girtin. Heyetê xwest ku pêdriviyên Ocalan ên ragihandinê yên wekî pirtûk, rojname, radyo bên temînkirin. Xwest destûr bê dayîn ku bi cîhana derve re di têkiliyê de be. Dîsa xwest li gorî pêdiviyê û di dema xwe de bi parêzerên xwe re karibe hevdîtinan bike. Heyeta CPT, dîsa di 06'ê Îlona 2001'an de hevditin pêk anî. Vê carê jî xwest ku bi rêk û pêk bi malbatê û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Dîsa xwest bi telefonê bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Dîsa bal kişandibû ser xizmeta tibbî û xwestibû ku pêdiviyên tibbî neyên paşguhkirin. CPT da zanin ku pêşniyarên berê pêk nehatine. Di ziyareta 16-17'ê sibata 2003'an de jî ziyareta sêyemîn pêk anî. Di raporê de diyar kir ku ziyaretên piştî 3 mehan pêk bên ji bo girtiyekî pirsgirêka cîddî ye. Heyetê diyar kiriye ku ger demek dirêj Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de hê hiştin nayê qebûlkirin. Komîteyê aşkere diyar kiriye ku Abdullah Ocalan 4 salin di bin tecrida giran de tê girtin û xwestiye ku êdî dawî li vê tecrîdê bê anin û rêbazên nû bê dîtin. CPT dîsa diyar kiriye ku dawîlêhatina tecrîde ji bo wan wir girîng e. Serokê CPT'e ji rayedarên Tirk re di 27'ê Çileya 2003'an de name şand û xwest rayedarên tirk ji bo karibe Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevditin bike rê bên vekirin û rêbazên nû bên dîtin. Gavên pêkan û guncav bên avêtin. Dîsa xwest êdî Abdullah Ocalan bi malbata xwe û parêzerê xwe re li dora masa grover karibe hevdîtin bike."

* Tirkiye çiqas ev daxwaz û pêşniyarên CPT pêk anî?

Pêşniyar û daxwazên CPT pêk nehatin. Dijberî vê yekê terîd bêtir girantir kirin. Hevdîtin bêtir bi sînor kirin. Şert û mercên çûyina malbat û parêzeran betir hat dijwartirkirin. Di 1'ê Hezîrana 2005’an de piştî zagon hatin guhertin, bi awayekî sînor hevdîtin hatin kirin. Disa rastî astengiyên nû hatin.

* CPT vê rewşê çawa şrove dike?

CPT ji bo vê rewşê li cihê wê lêkolîn bike cara çaremîn di Gulana 2007'an de çû Îmraliyê. Piştî ziyaretê rapor amade kir ku piştî ziyareta 4 sal berê ya bi Abdullah Ocalan re tu şert û merc nehatiye rastkirin û nehatiye guhertin. CPT, diyar kir ku piştî di 1'ê Hezîrana 2005'an de Kanûna Înfaza Ceza (CİK) ket meriyetê, di partîka zagonan de gelek zagon hatin sînorkirin û neketin meriyetê. Tenê 3 pirtûk xistin odeya Ocalan. Dîsa bi derengî rojname dan Ocalan. 3 rojname bi derengî dan Ocalan û tenê radyoyek ku tenê îstasyonek dikişîne dan Ocalan. Destûr nehatiye dayîn ku Ocalan dem dem bi odeya cîranê xwe re têkeve têkiliyê, Dîsa ji gelek derfetên li ber destê wî mahrum hatiye hiştin. Dîsa televizyon nehatiye dayîn û mercên wî hatine sînorkirin. Ev pêkanîn li dijî tespîtên CPT'ê yên di sala 1999’an de kiribûn e.
Dîsa hemû hevdîtinên Ocalan û personelên girtîgehê hatiye bisînorkirin û destûr nehatiye dayîn ku diyalog pêş bikeve. Ocalan bi vî rengî ji cîhana derve hatiye qutkirin. Ji ber ziyaretên bi sînor bi xwe re astengiyên din pêş xistine. Şert û mercên ziyaretê ku hefteyê saetekê dihat kirin ev derxistine ji 15 rojan carekê û derfetên ziyaretê bêtir hatiye bisînorkirin. Dîsa ziyareta maseyê ya Abdullah Ocalan û malbatê hatiye sînorkirin û asteng kirin. Pişti ziyareta 2003'an CPT, ji rayedaran xwest ku Abdullah Ocalan bi ziyaretvanên xwe re li dora masê ziyaretê pêk bîne û karibin temasî hev bikin. Lê hemû pêşniyar û daxwazên CPT pêk nehatine û neketine meriyetê. Qanûn û rêzikname, diyar dike ku ji bo girtiyên dûrî xizm û parêzerên xwe ji bo ziyaretên pêk nehatine, divê di demên guncav de karibe wan pêk bîne. Lê ev ziyaret nehatiye kirin û dîsa di aliye nivîsandinê de jî sînor hatiye danîn. CPT di sala 2001'an de xwestiye ku Ocalan bi xizmên xwe re hevdîtina telefonê bike. Lê heta îro jî ev daxwaza hevdîtina bi telefonê pêk nehatiye. Hemû daxwazên Ocalan ên telefonê bi rêk û pêk hatine redkirin. Der barê pêşniyarên CPT de tu gav nehatiye avêtin.

Belgeyên parastinê ku li ser hevdîtina Ocalan û parêzeran hatiye amadekirin hatine desteserkirin. Ji aliyê îdareyê ve tê lêkolînkirin. Hemar rewş li ser name, faks û telgrafan jî pêk tên. Dîsa li ser daxwaza Serdozgerê Komarê memûrê înfazê di ziyaret û hevditinan de amade dibe da ku karibe hemû belgeyên hevditinê li cem xwe digire û veşêre.

Di ziyareta Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de piştî pivanên qanûna 1'ê Hezîrana 2005’an, agahiya ji Daireya Sîcîlê ya Dadgeha Bûrsayê hatiye dayîn ku bi rêk û pêk karmendek di ziyareta bi Abdullah Ocalan û parêzeran de amade bibe. Li ser guhertina zagonê êdî hemû hevdîtinên parêzeran û Ocalan xistine bin qeydê. Di ziyareta CPT ya 2007'an de jî bi guhertina 2005'an a CİK'ê firsend dîtin e ku ji nêzîk ve bişopînin.

Piştî rêzikname ket meriyetê, Abdullah Ocalan du caran rastî hişyariyê hat û 3 caran jî her carê 20 rojan rastî cezayê huceyê hat. Parêzer tev li vê pêvajoyê nekirine û destûr nedaye ku parêzer xwe bigînin dosyaya dîsîplînê. Daxwazên parêzeran hatiye redkirin. CPT di raporên berê de daxwazên der barê tibbî û tenduristiyê de gelek caran anî ziman. Yekem car di 19997an de dema CPT çû Îmraliyê xwest hemû xizmetên tenduristî û tibbî bê kêmasî bên dayîn û amadekirin. Dîsa xwest kesên pispor li wir amade bibin. Di sala 2001'an de dîsa bal kişand ser van kêmasiyên tibbî. CPT diyar kir ku girtî ji mafê tenduristiya li gori pîvanên gerdûnî bêpar hatiye hiştin. Heyetê di ziyareta 2007'an de not girtiye ku tu pêşniyar û daxwazên wan ên der barê xizmeta tibbî û tenduristiyê de pêk nehatiye. Heyetê der barê rewşa fîzîkî û tenduristiyê ya Abdullah Ocalan de diyar kirye ku di muayineya klinikê de di herêma Guh, Qirik û Difin de pirsgirêkek mezin a tenduristiyê hatiye tespît kirin.

CPT da zanîn ku rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan ji salên 2001 û 2003’an heta gulana 2007'an bêtir xera bûye û destnîşan kiriye ku sedema vê yekê ji ber tecrîda giran e. CPT diyar kiriye ku ji bo ev nexweşî dîsa çareser bibe divê têkiliyên civakî rast bibin u tecrid bi dawi bibe. CPT destnişan kiriye ku tenêmayina Ocalan a ji 16'ê Sibata 1999’an heta niha bê niqaş tecrîd e û ev rewş makamên tirk bi zanebûn û bi xwestin bijartine.


* CPT diyar dike ku bi zanebûn û bi daxwaz tenduristiya Ocalan tê xerakirin. Bi vê pêkanînê polîtîkaya "Kuştina hêdî di nava demê de hatiye belavkirin" pêk tinin. Lê di sala 2009'an de girtîgehek nû hat avakirin û girtiyên nû anîn vir. CPT di vê mijarêde çi dibêje?

Heyeta CPT ji bo avakirina girtîgeha nû ya di 17'ê mijdara 2009'an de hat avakirin û guhertinên li girtîgehê lêklîn bike, di 26-27'ê Çileya 2010'an de çû Îmraliyê. CPT'ê piştî ziyaretê rapor amade kir. Di raporê de diyar kir ku tesîsa girtiyan, hintik tîrêjên rojê dibîne. Dîsa di raporê de diyar kir ku bêyî tirêjên ronahiyê yên ji derve xwendin ne pêkan e. Hat diyar kirin ku her çend li ser daxwazên Abdullah Ocalan hin beşên camê hatibin guheritn jî ronahiya rojê kêm e. Hat diyar kirin ku sedema vê yekê ji ber dîwarê ku bilindahiya wî 7 metre ye. Disa ev dîwar di demsala zivistani de dibe sedem ku qet tîrêjên rojê nebîne. Ev jî zerarê dide tenduristiya girtî. CPT xwest ji bo hemû hucre û odeyên Îmraliyê tîrêjê rojê bibîne gav bên avêtin û xebat bên kirin. CPT di raporê de da zanîn ku girtiyên çûne Îmraliyê jî wekî Ocalan ketine bin îzolasyon û tecrîdê."

* CPT guhertina girtîgehê ya piştî 17'ê Mijdara 2009'an anîna koma nû wekî izolasyona komî bi nav dike?

Raste CPT sewqa 5 kesan a Îmraliyê wekî îzolasyona komî bi nav dike. Ji ber ku girtiyên berê li Girtîgehên Tîpa F ên Bolu û Kırıkkale diman û piştî sewqî Îmraliyê hatin kirin şertê wan hat guhertin. Girtiyan diyar kirin ku rejîma Îmraliyê bêtir hişk û dijwar e. CPT, diyar kir ku ew wate nade ku çima şertên hevdîtin û temasa Abdullah Ocalan a bi girtiyên din re nade. Hemû name û faksên û girtiyên diçin wir ji aliyê komîsyona lêkolînê ve bi rêk û pêk tên şopandin û lêkolînkirin. Dîsa Ocalan ji xizmeta tenduristiyê bêpar e û divê bi lezgîn heyetek tenduristiyê ya serbixwe di muayineyek fireh a tenduristiyê re derbas bike.


* Di raporê de der barê tenduristiya Ocalan de çi dibêje?

CPT di raporê de dibêje tenduristiya Abdullah Ocalan li gorî 2007'an bêtir xera bûye. Hêj nexweşiyên semptomên alarjîk berdewam dikin. Ji ber li dijî nexweşiyên heyî parastina tenduristiyê nayê kirin nexweşiyên berê hebûna xwe berdewam dike. CPT der barê tenduritiya Abdullah Ocalan de ji hikûmetê dixwaze ku pêdiviyên tenduristiyê neyê paşguhkirin û fikarên xwe bi rayedaran re tînin ziman.

* Tespîtên wê yên der barê şert û mercan de hene?

Er ê, bi vê ve girêdayî CPT’yê careke din mijara xwe ragihandina televîzyonê ya Abdullah Ocalan anî ziman. “Her çendî li Girtîgeha Îmraliyê di hucreyên hemû girtiyan de televîzyon hebe jî di demên borî de bi awayekî spesîfîk jî ji hêla komîteyê ve dubare dubare hatibe bi bîrxistin, hêj destûr nehatiye dayîn ku Abdullah Ocalan an ji xwe re televîzyonê kirê bi ke, an jî bikire. Hêj ‘ziyareta maseyê’ ya ku divê Abdullah Oalan bi malbata xwe re bike tê astengkirin. CPT’yê di rapora xwe ya di sala 2007’an de, fikarên xwe yên der barê mahrem/taybetiyên di navbera Abdullah Ocalan û parêzeran de (li gorî xala 59’emîn a Qanûna Înfazê ya Ceza ya paragrafa 4’emîn) vegotibû. Îdiayên rayedarên tirk ên der barê axaftina telefonê ya Abdullah Ocalan a bi malbata xwe re dike, hêj ji hêla CPT’yê ve nehatiye zelalkirin. Ji ber wê jî CPT pêşniyarên xwe yên der barê axaftina telefonê ku divê Abdullah Ocalan bi malbata xwe re bike, careke din dubare dike.”

* Gelo pêşniyarên CPT’yê tînin cih?

Er ê. Li ser van pêşniyaran, CPT di 16-17’ê çileya 2013’an de li Tirkiyeyê ziyaretek pêk anî û di rapora xwe de got ku “Hêj ji ronahiya rojê sûd girtin kêm e, 4 saetê dema hewagirtinê ya ku ji bo girtiyên din tê veqetandin, ev maf ji bo Abdullah Ocalan nayê dayîn. Ji ber vê jî CPT pêşniyar dike ku dema ji bo girtiyên din (çar saet) divê ji bo Abdullah Ocalan jî bê diyarkirin. Her wiha di tespîtên komîteyê yên 2010’an de jî derketiye holê ku rayedarên tirk di aliyê pêşniyarên komîteyê yên wekî divê girtî li derve sporê bikin de jî kêm maye. A yekemîn, hêj wekî berê girtî bi tena serê xwe sporê dikin û ya duyemîn jî hucreyên tekakesî yên ku tên bi karanîn jî bi dîwarên bilind hatiye pêçan û ji 24 metrekareyî gelekî piçûktir e. Dîsa 168 saetên hefteyekî, tenê 6 saetên bi girtiyên din re tê derbaskirin; bi îfadeyeke din hefteyê 162 saet bi awayekî yek kesî di girtîgehê de tê girtin. Di vê çarçoveyê de, CPT di vê serlêdana dawî de nîşe digire ku ev rewşa paradoks hêj berdewam dike. Berî ku ev 5 girtî di sala 2009’an de neqlî giravê bên kirin, heke bi rejîma pêkanînên tîpên F re bê hevrû kirin, dê bê dîtin ku kênasiyên cidî hene. Wekî mînan ev girtiyên ku qala wan tê kirin berî ku wan bişînin Îmraliyê, di hewşên hev beş ên girtîgehên din de gelek saetên xwe bi girtiyên din re derbas dikirin. Lê li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtina wan a di cihê bêhnstandinê de tê astengkirin û bi tena serê xwe bi girtî tên hiştin. Her wiha CPT di rapora xwe ya 2010’an de pêşniyar dike ku divê Abdullah Ocalan dema xwe ya sporê ya li derve bi girtiyên din re derbas bike, divê ji hevdîtineke wiha re astengî neyê derxistin.”
CPT di dewama rapora xwe de li ser cezayên ku dana Ocalan jî radiweste û van xalan destnîşan dike: “Ji delegasyonê re hatiye ragihandin ku bi giştî 240 roj cezayê dîsîplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Rewşeke wiha nayê qebûlkirin. CPT ji rayedarên tirk ên li Girtîgeha Îmraliyê re pêşniyar dike ku divê tu girtî ew qas dema xwe bi cezayê hucreyê derbas neke, divê tevdîrên pêwîst ji bo vê bên girtin.”

* Wek tê zanîn ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir de destûrê nadin hûn bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin. CPT çawa nêzî vê rewşê dibe?

-Di rapora ziyareta sala 2013’an de têkildarî vê mijarê de hin nîşane hene; “Ji bo ku girtî bi devre têkîliyê pêk bînin amûrên wê çêbikin û ji bo ku rastî pêkanînê xirab neyên ji civakê parastin hevpartiyekî sereke ye. Ji ber vê yekê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heya niha Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirin rewşekî gelek bi xof e. Ev mijar di civînên sibat û hezîrana 2012’an di navbera CPT û rayedarên tirk de mijar herî sereke bû. Nivîsên têkildarî mijarê de yên di navbera rayedarên tirk û CPT’ê de pêkhatin de ziyareta parêzeran a bi Ocalan re hatiye paşguhkirin û ligel vê hişyariyê astengkirina parêzeran biryarekî polîtîk e. Di heman demê de CPT’î ji parêzerên Abdullah Ocalan ên di salên dawî de çûn ziyaretê ji mijdara 2011’an vir de di girtîgehê de tên girtin agahdarî hatiye kirin. Ligel vê yekê di dema hevdîtinê de Abdullah Ocalan ji delegasyonê daxwaza bi parêzeran re hevdîtinê bike, kiriye. Di civîna bi Wezîrê Dadê re hatî kirin de ligel gotina ji bo hevdîtina parêzeran çareseriyekê peyda bike dixebitin lê heya niha tu geşedanek çênebûye. Di hevdîtina xizman de jî bi giştî rewşekî baş tuneye. Li gorî prensîpan mafê girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê du hefteyan carekê mafê 10 deq yê telefonê heye.Ligel komîte dubare vê yekê pêşniyar bike jî heya niha mafê telefonê nedane Ocalan û ev maf tê astengkirin.”

* Tê fêmkirin ku hikûmet pêşniyarên CPT’î bi israr bi cih nayne.Hûn heyat wekîlan a ku di serê sala 2013’an de pêk hatî û muwekîlê we Ocalan ziyaret kirin û hevdîtin pêk anîn çawa dinirxînin?

Di destpêka sala 2013’an de heyeta ji wekîlan pêk tê bi Ocalan re hevdîtinên pêvajoya ‘Pêvajoya Jiyan Azad û Rizgariya Demokratîk’ hat jiyîn. Pêvajoyê heya 5’ê nîsana 2015’an berdewam kir. Lê ji vê dîrokê heya niha ziyareta heyatan jî nayê kirin. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an heya niha tu hevdîtinên parêzeran nayên kirin. Ji bilî ziyareta malbatê ya di 11’ê îlona 2016’an de malbat jî ji 6’ê cotmeha 2014’an heya niha nayên kirin. Herî dawî heyet di 5’ê nîsana 2015’an de çûbû hevdîtinê.Ji wê dîrokê heya niha bi Ocalan re 3 girtiyên din jî weke Ocalan anî ziman pêvajoya “tecrîda teqez” pêk tê. Di van mijaran de CPT’î bi awayekî rêk û pêk hatiye agahdarkirin. Agahiya wan jî bi vê tecrîda teqez heye. Ji ber vê yekê CPT’î herî dawî di 26’ê nisana 2016’an de têkildarî mijarê de ziyaretek pêk anî bû. Lê rapora têkildarî vê ziyaretê de ji ber hikûmeta tirk destûr neda nehat weşandin.

* Hûn, CPT’î çavdêriyên xwe yên gera 26-28’ê nîsana 2016’an aşkera nekirin û piştî 15’ê tîrmehê di dema du ziyaretan de neçûn Îmraliyê çawa di nirxînin?

Di dema van ziyaretan de CPT’î ji bo şertên Birêz Ocalan ên giran bên sivikirin pêşniyarî kirin lê rayedarên hikûmetê ev pêşniyar bi israr bi cih neanîn û ligel vê yekê ev yek kirin mijara bazarê û civak manîpule kir.Mafê Ocalan ê televîzyonê ji sala 1999’an heya niha nehatiye nasîn. Lê incan berî ziyareta CPT’î ya sala 2013’an ev maf pêk anîn. Lê ev maf 14 salan weke amûrek bikaranîn. Mafên aktîvîteyên hevpar, bi girtiyên din re nivîsîn, mafê hewşê û tendûrîstiyê bi cih neanîn û bi demê re ev yekê ji holê rakirin û tecrîd berdewam kir. CPT’î çavdêriyên ziyareta nîsana 2016’an ji ber ku hikûmetê destûr neda neweşandin.Em çavdêrî û pêşniyarên wan nizanin. Ev yek bi tena serê xwe mijara rexneyê ye.Li dijî mîsyona CPT’î ye. Piştî hewildana 15’ê tîrmehê ji ber şertên jiyanî yên muwekîlê xwe me du caran bang li CPT’î kir ku giravê ziyaret bikin lê pêvîstiya van bangan bi cih neanîn. Piştî van bangan CPT’î li gorî daxuyaniya xwe ji ber sedemên binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê du ziyaret pêk anîn. Lê Girtîgeha Îmraliyê ziyaret nekirin. Helwesta wan xizmeta polîtîkayên dewletê yên li Îmraliyê pêk tînin dike. Ev yek vekirî wisa ye. 6 salin hevdîtina parêzeran tê astengkirin, hevdîtina malbatan pêk nayê, mafê nameyan ji holê hatiye rakirin û mafê agahdariyê tuneye. Em bahsa van hemûyan dikin. Em têkildarî mijarên tendûrîst û şertên muwekîlê xwe de bi guman in. Di rewşekî wisa de divê CPT’î bê nîqas li cih kontrolê bike û daxuyaniyekî civakê rihet bike bide. Em di rewşekî baweriyê bi daxuyaniyên dewletê yên yek alî bînin nin û ev yekê esas nagirin. Divê CPT’î jî li gorî rêgezên xwe yên li ser hatî avakirin bawer neke. Ligel hemû serlêdanên me û talukeya heyî CPT’î helwestekî wisa pêk anî nîşaneya li ser mijaran lihev hatine didexuyakirin.